ErebîstanNûçeRojhilatanavin

Operasiyona rêxistina ewlehiyê ya Erebistanê li navçeya Qetîfê

Rêxistina ewlehiyê ya Erebistanê qala kuştina sê kesên di bin şopandinî da li navçeya şîenişîna Qetîfê li rojhilata vî welatî kir.

Li gorî rapora ajansa dewletî ya nûçeyan a Erebiostanê (WAS), Rêxsitina ewlehiyê ya vî welatî ragihand ku hêzên vê rêxistinê roja çarşemiyê bi dorpêçkirina cihê xweveşartina sê ksên di bin şopandinê da li navenda navçeya şîenişîn a Qetîfê, ev kesana kuştin.

Li gorî vê raporê, kesên ku hatine kuştin her sê welatiyên siûdî bûn û li vê pevçûnê sê kes ji hêzên ewlehiyê yên siûdî jî hatin kuştin.

Rojhilata Erebistanê rûniştgeha şîeyên vî welatî ye ku zêde ji sedî 20ê gelheya vî welatî ne.

Di salên dawî da rêjîma  serdest li Erebistanê dijberên xwe bi tawanin weke çalakiya li dijî ewlehiya neteweyî girtine û gellek ji wan li operasiyonên ji pêş va plandarêştî kuştine. Ji ber vê yekê tirsa wê yekê heye ku kesên kuştî li operasiyona roja Çarşemiyê ya hêêzn Alê Siûd li navçeya şîenişîn a rojhilata vî welatî jî çalakên siyasî bûbin.

Başa dön tuşu