ÎranNûçeRojhilatanavin

Gotinên rêberê giranqedr ê cihana Îslamî li hevdîtina fermandên navenda berevaniya hewayî

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî ya Îranê li hevdîtina fermandên navenda berevaniya hewayî ya Xatem Ul-Enbiyayê (s) ya artêşa Îranê tekez kir: Dijmin divê bizanibe ku ger êrişê bike dê derbeyeke giran bixwe.

Hezretê ayetullah Xamineyî, fermandê giştî yê hêzên Îranê roja yekşemiyê li hevdîtina fermande û berpirsên  navenda berevaniya hewayî ya Xatem Ul-Enbiyayê (s) ya artêşa Îranê bal kişand ser giringiya berevaniyê weke “ bereya pêşeng a  rawestana li ber her cure  êrişê“  û bereya  hemberî Komara Îslamî ya Îranê bereyeke “ rezîl, xapokîn û fêlbaz û dijberê serxwebûna gel“ da  zanîn.  Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Li hember ev dijmina ku  lê digere  hêza berevaniyê ya Komara Îslamî ya Îranê lawaz bike divê amadetiyên hêzên çekdar ewqasî zêde bibe  ku dijmin  heta  newêre fikrê li destdirêjiyê bike.

Hezretê Ayetullah Xamineyî, viyan, îrade, karîn û hêza  însanî faktor û hegereke giring ji bo jinavbirina  berbend û  lawaziyan da zanîn û got : Navenda berevaniyê ji wan bereyên  pêşeng  û sereke ye û divê  bi zanîna  qedrê cih û şûna  vê  mewqiya giring û bi nîşandayîna  viyan û îradeya micid, hêz û viyana  dijiminna jibo  êrişê lawaz bike. Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî ya Îranê mesela dijminatiya tev gelê Îranê û nizama Îslamî serayî hin  dijminatiyên rayic û normal li cîhanê da zanîn û destnîşan kir : Bereya  dijmin her wek nizama  serdestîxwaz a siyonîzma cîhanî bereyeke rezîl û fêlbaz û bi hizrên  zalimane ye ku  dijminê  esla  baweriyên olî, serbixwetiyê ye û vê yekê ku gelê Îranê naçe bin barê zilm û zordariyê, pir aciz e.

Wî bal kişand ser nîşandayîna dijmiantiya vê bereya mustekbir li berûlayên curbicur û bi şêwazên curbicur  û got : Ev dijminatiya rojekê li  şikl û rûyê Emerîkayê û rojeke din  li şikl û rûyê rejîmeke zalim û zordar mîna Sedam xwe nîşan dide.  Lê giring eva ye ku Îranê bi îmkan û zirûfên  zav û bi naskirina mewqî û bernama dijmin, helwets û birayra dirust bide  û wê cih bîne. Hezretê ayetullah Xamineyî dijberî û hellahellaya  berfireh li bara sîstema  mûşekî ya  S-300 an teşkîlata  parastî ya Fordoyê mînakên  rezîlatiya dijminaên gelê Îranê da zanîn û destnîşan kir: Sîstima  S-300 amêreke berevaniyê ye ne  êrişkirane, lê emerîkî hemî hewldana xwe kirin ku  Komara Îslamî ya Îranê bibe  xwediyê vê zirûf û îmkanê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu