NûçeRojhilatanavinSûriye

Dewama pêşdaçûn û serketinên artêşa Sûrîyê li navend û rojhilata vî welatî

Artêşa Sûrîyê girik û deverên rojava û başûra bajarê Tedmurê yek u yek xistin bin kontrola xwe û di encama êrişa hewayî ya artêşa Sûrîyê ser baregehên têrorîstên DAIş`ê da jî, hejmarek têrorîst duh hatin kuştinê.

Li gorî rapora kanala nûçan a Al-Alamê, artêşa Sûrîyê û hevgirtîyên wê di encama opêrasyonekê da girikên Meqale û devera Temsîlê li rojavaya şarê Tedmurê li parêzgeha Humsê ji lepên DAIŞ`ê azad kirin û giheştin nêzîkatîya çîyayê Tar ku li derîyê vî şarî serdest e û di encama şerê di navbera hêzên artêşa Sûrîyê û têrorîstên DAIŞ`ê da çend têrorîst hatin kuştinê.

Artêşa Sûrîyê girikên jorayî devera Museles Tedmurê li başûra rojavaya Tedmurê jî xistin bin kontrola xwe û hemareke zêde ya têrorîstan kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu