ÎranNûçeRojhilatanavin

Gotinên rêberê giranqedr ê cihana Îslamî li hevdîtina tev besîciyan

Rêberê giranqedr ê cihana Îslamî ya Îranê tekez kir: Cihanîna boykotên 10 salî ji hêla Amerîkayê va li dijî Îranê, bêguman binpêkirina rêketinnama navokî ye.

Hezretê ayetullah uzma  Xamineyî roja çarşemiyê li hevdîtina tev komek ji fermandên besîcê û besîciyên  serasnerî Îranê bal kişand ser dirêjkirina  qanûna  boykotên  deh salî li kongira Emerîkayê li dijî Îranê û destnîşan kir: Dewleta niha ya Emerîkayê li mesela  hevhatina navokî heya niha gellek bêsozî û binpêkarî kirine ku ya herî teze dirêjkirina dema boykotên 10 salî ye.

Rêberê giranqedr ê cihana Îslamî destnîşan kir: Ger ev boykota cih were bêguman weke binpêkirina rêketinnama navokî ye û divê bizanibin ku Komara Îslamî ya Îranê bêşik dê li hember wê bertekê nîşan bide.

Wî bal kişand ser gotinên berpirsên Komara Îslamî û karbidestên rêketinnama navokî ku ragihandin, armanca hevhatina navokî rakirina  xezt û botkotan  e û got: Lihevkirina navokî yan hemen rêketinnama navokî nabe  bibe amûrek bo zexta  ser gel û welatê Îranê.

Hezretê ayetullah uzma  Xamineyî tekez kir: Îran bi palpiştiya beşdarî û amadebûna gel ji tu qawetekê li cîhanê natirse.

Rêberê giranqedr ê cihana Îslamî herwiha  bal kişand ser meşa  bi coş û berfireh a Erbeîna Huseynî û got : Beşdariya milyonî ya gel li vê meşê nîşana evîn û balkêşiya ligel besîretê ye.

Hezretê ayetullah uzma Xamineyî tevî qedrzaniya ji gelê Iraqê ji ber mazovaniya ji ziyaretkiran destnîşan kir: Hin kes lê digerin ku navê Erbeînê ji holê rakin an Erbeînê bixalifînin ku ti carî nikarin serkevtî bin û bêguman ev neimeta mezin yê jibo gelê Îran û Iraqê mayînde be û  bibe sedema  serfirazî û serbilindiyê.

Hezretê ayetullah uzma Xamineyî bal kişand ser mînakwergirtina ji Besîcê (amadebûna hertimî) li hin welatên navçê û plan û komployên  dijminan jibo derbelêxsitina li vê mînakê û got: Yek ji  plan û bernamên  dijminan, mesela pir giring a têketin û nifûzê ye ku di mideha sala derbasbûyî da bicaran  li bara wê hişyarî hatiye dayînê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu