ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Sefîrê Îranê li Iraqê: Zêde ji 3 milyon zîyaretkir yê ji Îranê derbasî Kerbelayê bibin

Sefîrê Komara Islamî ya Îranê li Iraqê got: Tê payîn hejmara zîyaretkirên îranî û yên welatên din ku ji sînorên Îranê derbasî Iraqê bibin, heta hefteya tê ji 3 milyon kesî derbas bibe.

Îrec Mescidî îro dema seredana xwe ya bajarê Kûtê navenda parêzgeha Wasit li rojhilata Iraqê li hevpeyvîna digel nûçegihanê ajansa nûçan a IRNA`yê got: Li gorî lêzanînên herî dawîyê îsal hejmara zîyaretkirên pişkdarê merasima çilê Îmam Hisên (S) yê bi qasî 300 hezar kesî jorda here.

Sefîrê Îranê li Bexdayê herwiha got: Heta pêncşema buhurî (2`yê Mijdarê) milyonek û 700 hezar zîyarekirên îranî ji sînorên bejayî û hewayî ve derbasî Iraqê bûne.

Li gorî amaran, sala buhurî zêde ji 2 milyon zîyaretkirên îranî bi mebesta pişkdarîya li merasima çilê Îmam Hisên (S) derbasî Iraqê bûn.

Pêncşem 20`ê meha Seferê ya sala 1439`ê Koçî-Heyvî, 9`î Mijdara 2017`ê, salvegera çilê Îmam Hisên (S) sêyemîn îmamê şîeyên cîhanê ye. Her sal bi sedan hezar zîyaretkirên îranî bi merema pişkdarîya li merasima çilê Îmam Hisên (S) diçin Kerbelayê (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu