CîhanEwropaNûçe

Hejmara kesên ku di erdheja Meksîkayê da mirin gihîşte 273yan

Hat ragihandin ku di erheja li Meksîkayê ya ku roja sêşemê çêbibû û mezinahiya wê 7,1 bû da hejmara miriyan gihîşte 273 kesan.

Di daxuyaniya Serokatiya Dewleta Meksîkayê da hat diyarkirin ku 137 kesên wan li Meksîkoya paytex bi tevahî 273 kes di erdhejê da mirin.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku eyaleta Morelaosa ku lê 73 kes mirin di erdhejê da zirareke mezin dît.

Li Meksîkayê di erdheja ku di 8ê îlonê da çêbibû û mezinahiya wê 8,1 bû da 96 kes miribûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu