ÎranNûçeRojhilatanavin

Gotinên rêberê mezin ê inqilabê li hevdîtina tev serokkomarê Fenlandê

Rêberê giranqedr ê inqilaba islamî ya Îranê got: Amerîka û hindek ji welatan meselên cîhanê gor xêr û qazanca xwe dinirxînin û qet li fikra kokbirkirina terorîzmê çi li Iraqê û çi jî li Sûriyê nînin.

Li gor rapora IRIB News`ê, hezretê ayetullah ozma Xamineyî rêberê giranqedr ê inqilaba islamî ya Îranê li hevdîtina îro çarşemî ya tev Sauli Nînîste serokomarê Fenlandê û taxima ligel wî bal kişande ser mesela terorîzmê wekî êş û janeke civata mirovî, tevkujîyên wek kuştina xelkê Yemenê bi destê dewleta Erebistanê, terorîzma herî xirab da zanîn û got: Sekinîna li hemberî terorîzmê hewcetî bi îrada micid a wan kesan heye ku nifûz û bandora wan li li nav qudretên navnetewî heye û pêwîst e ku aqilmendên cîhanê, dewlet û kesên bihêz û bişeref ên cîhanê bona vê kirîza cîhanî rêçareyekê peyda bikin.

Hezretê ayetullah ozma Xamineyî bilî rexneya ji siyasetên sekretirê giştî yê niha yê Rêxistiya Netewên Yekgirtî destnîşan kir; Sekretirê giştî yê niha yê Rêxistiya Netewên Yekgirtî hema bi eşkera ragihandiye, ev saziya muhtacê diravê siûdîyan e loma îmkana mehkûmkirina kuştina zarokên yemenî ji aliyê vê saziyê va tune ku eva nîşana rewşa cihê mixabinîyê ya siyasetmedarên navnetewî ye û em hêvîdar in ku sekretirê tê yê Rêxistiya Netewên Yekgirtî bikaribe ji serxwebûna vê saziyê berevaniyê bike.

Hezretê ayetullah ozma Xamineyî siyaseta Komara islamî ya Îranê bona çareserkirina kirîza Sûriyê mentiqî da zanîn û ev yeka li gorî alîgirîya ji xelk û dewleta qanûnî ya vî welatî da zanîn û destnîşan kir; Amerîka û hin welatên din dil hene dewleta Sûriyê wêda bidin li halê ku bona kutakirina şêr pêwîst e li destpêkê ew kesên ku şer destpê kirine û bûne sebeba vêketina agirê şêr li nav Sûriyê bêne kifşkirin.

Rêberê giranqedr ê inqilaba islamî ya Îranê herwisa pêşwaziya xwe ji berfirehbûna hevkariyên tev dewleta Fenlandê da diyarkirin û destnîşan kir; Pêwîst e ew peymannamên navbera her du dewletan cih bên û eger ew cih neyên yê bandoreke xirab li ser xelkê bikin.

Sauli Nînîste serokomarê Fenlandê jî li vê hevdîtinê bilî diyarkirina rezamendiya xwe ji gotûbêjên tev karbidestên Îranê li Têhranê û bilî piştraskirina gotinên rêberê qedigiran ê inqilabê li bara mesela terorîzmê, destnîşan kir; dewletên cîhanê û Rêxistiya Netewên Yekgirtî li xebata dijî terorîzmê serkevtî nebûne.

Sauli Nînîste serokomarê Fenlandê bal kişande ser mewqiya Îranê li navçê û rola Komara islamî ya Îranê li xebata dijî terorîzmê û got: Îranê hemû hewla xwe bona jinavbirina terorîzmê bikar anîye û bêguman yê vê siyseta xwe bidomîne jî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu