NûçeRojhilatanavin

Gotinên Rûhanî li civîna rêzgirtina li roja Şehîdan

Serokê Koamara Îslamî ya Îranê got: Şehîdan hînî hemî îraniyan kirin ku divê Îrana islamî li navçe û cîhanê bi fexr û şanaziyê be .

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî roja şemiyê li civîna sisiyan a civîna roja Şehîdan li Têhranê, gelê Îranê deyndarê malbatên şehîdan da zanîn û got: Peyama wesiyeta şehîdan, fîdakarî, parastina ola Îslamê, exlaq, yekitî û bifexrbûna Îranê li navçê û cîhanê ye.

Rûhanî, şehîd wek qaweta mezin û sermaya mezin a civakî ya Îranê dan zanîn û destnîşan kir , şehîd dersa îsar û şehadetê ji quranê û Ehlê Beytê(S) û ji ferhenga rawestan û berxwedanê hîn bûne.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir ku serketina Inqilaba Îslamî li Îranê bo viya bû ku nûra Îslamê û exlaq û biratiyê li civakê bigre ber xwe.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê qedrê cih û şûna bilind a şehîdên Inqilaba Îslamî û serdema berevaniya pîroz û sebr û berxwedana malbatên qedirgiran ên şehîdan girt û tekez kir ku divê dersa îsar û fîdakariyê ji malbatên şehîdan, cangoriyan hîn bibin.

Serokê Komara Islamî ya Îranê destnîşan kir : Em hemî armancekê dişopînin û divê bişopînin. Şehîdan gotin ku heke li kêleka we misilmanekî din kete xeterê berevaniya wî/ê bikin û wî/ê biparêzin û di destpêka êrişa DAIŞ`ê ser tirbên îmaman li Iraqê min got tirbên ehlê beytê (S) cixîza sor a me ye û mafê ti kesî nîne ku destdirêjiyê ser wan bike û ger terorîst bixwezin destdirêjiyê ser tirbên ehlê beytê (S) bikin em viya tamul nakin.

Rûhanî li kongira neteweyî ya sisiyan ya roja Şehîdan çend pirtûkên ku ji aliyê navenda şehîd û karûbarên fidakaran li warê wesiyetnamên şehîdan hatine weşandinê, nimndin.

Li vê mersimê 600 kes ji malbatên şehîdên Inqilba Îslamî ji destpêkê ve beşdarî kiribûn.

12 Adarê li rojhejmêra dîroka Îranê wek roja bîranîan şehîdan hatiye bi navkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu