ÎranNûçe

Gotinên serokê Komara Îslamî ya Îranê di nav koma xelkê parêzgeha Elburzê de

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: karsaz, kargêr, xwendekar û mamsote, pêşekar û xelkê bajarên curbicur divê destê xwe bidin hev û pirsgirêkên welêt çareser bikin.

Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê roja çarşemiyê nav koma xelkê Kerecê got: Divê hemî destê xwe bidin hev û jibo avedankirina Îranê hewil bidin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Tu kes nikare xelkê bêhêvî bike û navbera dewlet û gel navbera sê hêzan navbera dewletê û hêzên çekdar û navbera qewm û etnîkan bêtifaqiyê çê bike.

Rûhanî tekez kir:  Yekitî û hevgirtin,jêhatîbûna îranî, rêberekî wêra û zana, yekitiya teşkîlatên sêalî yên birêvebirina karûbarên welêt û hêzên çekdar û hewildana jibo avedankirina Îranê hemî li kêleka netew de ne,  li vî halî de heman ev faktorana bûn sedema serketina gel jibo derbasbûna bi qawet ji serdema dîktatorî û kolonyalîzm, şerê heştsalî û 12 salan boykotê .

Serokê  Konseya  bilind a ewlehiya neteweyî ya Îranê anî ziman ku xelkê hişyar û agah in û amar jî bipêşdeçûna Îrana Îslamî nîşan didin û destnîşan kir: Li hemî parêzgehan hereketa ber bi pêşketinê destpê bûye.

Serokê Komara Îslamî yaÎranê li qonaxa dawiyê ya sefera parêzgehan îro çû Kerecê navenda parêzgeha  Elburzê li rojava Têhranê (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu