Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: karsaz, kargêr, xwendekar û mamsote, pêşekar û xelkê bajarên curbicur divê destê xwe bidin hev û pirsgirêkên welêt çareser bikin.
Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê roja çarşemiyê nav koma xelkê Kerecê got: Divê hemî destê xwe bidin hev û jibo avedankirina Îranê hewil bidin.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Tu kes nikare xelkê bêhêvî bike û navbera dewlet û gel navbera sê hêzan navbera dewletê û hêzên çekdar û navbera qewm û etnîkan bêtifaqiyê çê bike.
Rûhanî tekez kir: Yekitî û hevgirtin,jêhatîbûna îranî, rêberekî wêra û zana, yekitiya teşkîlatên sêalî yên birêvebirina karûbarên welêt û hêzên çekdar û hewildana jibo avedankirina Îranê hemî li kêleka netew de ne, li vî halî de heman ev faktorana bûn sedema serketina gel jibo derbasbûna bi qawet ji serdema dîktatorî û kolonyalîzm, şerê heştsalî û 12 salan boykotê .
Serokê Konseya bilind a ewlehiya neteweyî ya Îranê anî ziman ku xelkê hişyar û agah in û amar jî bipêşdeçûna Îrana Îslamî nîşan didin û destnîşan kir: Li hemî parêzgehan hereketa ber bi pêşketinê destpê bûye.
Serokê Komara Îslamî yaÎranê li qonaxa dawiyê ya sefera parêzgehan îro çû Kerecê navenda parêzgeha Elburzê li rojava Têhranê (BANGÊ ÎSLÂMİ).