FilistînLubnanNûçeRojhilatanavin

Gotinên Seyd Hesen Nesrullah bui minasibeta roja cîhanî ya Qudsê

Sêkrêtêrê giştî yê Hizbullaha Libnanê, Seyd Hesen Nesrullah got: Armanca ragihandina roja cîhanî ya Qudsê zindîdagirtina bîra Qudsê û girtina rê li ber jibîrbûna soza misilmanan li bara Qudsê ye.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Komara Islamî nasyar bi IRNA`yê, Sêkrêtêrê giştî yê Hizbullaha Libnanê, Seyd Hesen Nesrullah berêvariya roja îniyê, 1`ê Tîrmeha 2016`an, li axaftinekê bi minasibeta roja cîhanî ya Qudsê tevî pêgiriya li ser viya ku `Roja cîhanî ya Qudsê, roja resimandina dîrokê û kokbirkirina Israîlêî ye, got: Hezretê îmam Xumêynî (Rehmeta Xwedê lê be) dawîn îniya meha pîroz a rojîtiyê li her salê wek Roja cîhanî ya Qudsê daye nasîn ta bûyera Filsitînê hertim zindî bimîne û gel wê ji bîr neke.

Sêkrêtêrê giştî yê Hizbullaha Libnanê, Seyd Hesen Nesrullah ku bi riya têlêvîziyona El-Minarê diaxivî, her viha got: Filsitîn ji Deryaya Sipî heta Çemê Urdinê welatekî dagîrbûyî û jêstandî ji xwediyên wî yên rewa ye û derbasbûna demê tu rewatiyekê ji bo Rêjîma Siyonîst a dagîrker û diz pêk nayne.

Sêkrêtêrê giştî yê Hizbullaha Libnanê, Seyd Hesen Nesrullah destnîşan kir: Rêjîma dagîrker û xasib a Israîlê divê ji nav here û heq vegere xwediyên sereke anku filsitîniyan û tu kes nabe ku li hemberî vê rêjîmê çok dayne.

Sêkrêtêrê giştî yê Hizbullaha Libnanê, Seyd Hesen Nesrullah tevî dijayetiya ligel her cûre aştiya ligel Rêjîma Siyonîst got: Tenê riya pêşberî gelê Filsitînê û gelên navçeyê eva ye ku li hemberî Rêjîma Siyonîst li ber xwe bidin.

Sêkrêtêrê giştî yê Hizbullaha Libnanê, Seyd Hesen Nesrullah tevî rexneya ji hinek ji welatên navçeyê bi bîr xist: Ev welatana Rêjîma Siyonîst bi fermî nas dikin û heta li dijî berxwedanê bûne hevdestê vê rêjîmê.

Sêkrêtêrê giştî yê Hizbullaha Libnanê, Seyd Hesen Nesrullah destnîşan kir: Bifermînaskirina Israîlê bi tu awayî rewa nine.

Sêkrêtêrê giştî yê Hizbullaha Libnanê, Seyd Hesen Nesrullah her viha got: Hokar û kirêgirtiyên Amerîka û Rêjîma Siyonîst li welatin wek Sûriye, Yemen û Lîbiyê hokarên dewamam şêrr in û rê li ber rêçareya siyasî digirin.

Sêkrêtêrê giştî yê Hizbullaha Libnanê, Seyd Hesen Nesrullah her viha hebûna têrorîstan li konfiransa vê dawiyê ya Hirtizliyayê li Filsitîna dagîrbûyî nîşana rola Israîlê li dewama şêrr li Sûriyê da zanîn.

Sêkrêtêrê giştî yê Hizbullaha Libnanê, Seyd Hesen Nesrullah her viha tevî şermezarkirina êrîşên têrorîstî yên vê dawiyê li navçeya El-Qaê li rojhilata Libnanê û firokexaneya Atatirka Istenbûlê, got: Êrîşa têrorîstan li ser xirîstiyaniyên Libnanê û firokexaneya Istenbûlê bi armanc bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu