CîhanErebîstanNûçeRojhilatanavin

Trump ewil dê serdana Îsraîl Vatîkan û Erebistana Siûdî bike

Hate îdiakirin ku Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trupm piştî ku dest bi peywirê kir, serdana xwe yê fermî ya ewil dê biçe Îsraîl, Vatîkan û Erebistana Siûdî.

Kovara Politico eşkere kir ku ku Trump dê 25ê Gulanê de beşdarî lûtkeya NATOyê ya li Brûkselê bibe. Serokwezîrê Îtalyayê Paolo Gentiloni jî diyar kiribû ku rojek piştî lûtkeya NATOyê soza beşdarbûna lûtkeya G7ê bibe standiye.

Qesra Spî ji bilî serdanên Trump bo lûtkeyên NATO û G7ê yên din piştrat nekir. Lê Kovara Politico zanyariyên xwe spartin çavkaniyên Qesra Spî.

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu jî helwesta Trupm ya bo Sûriyeyê teqdîr kiribû û pesnê guhertina polîtîkayên Amerîkayê piştî hilbijartina Trump, dabû. Trump di hevdîtina xwe ya li Washingtonê yê bi Serokê Flistinê Mahmûd Ebbas, soza hewldana çareseriya aştiyane bo pirsgireka Filistin-Îsraîlê da bû.

Serokê Amerîkayê gelek car eşkere kiribû ku gelek dixwaze bi serokê Katolîkan Papa Francis re hevdîtin pêk bîne. Berdevkê Vatîkanê Greg Burkê jî ragihandibû ku daxwaza serdana fermî wan gelek kêfxweş dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu