IraqNûçeRojhilatanavin

Hizbulaha Iraqê li navçeya Telaferê êrişekê çekdarên DIAŞê pûç kirin

Çekdarên rêxistina DAIŞê li bajarê Mûsilê ji du eniyan êrişî hêzên ewlekariya Iraqê kirin, lê êrişên wan hatin şikandine.

Berdevekê Çapemeniya Fermangeha Operasyonên Ninoweyê serheng Mihemed Weka ji Rûdawê re ragihand çekdarên DAIŞê îro seat derdora 06.00ê ji Eniya Ebu Awezeyê dest bi êrişê kir.

Bi gotina Mihemed Weka di encama pevçûnê de komekî çekdarên DAIŞl hatin kuştin û herwiha 4 otomobîlên bombekirî hatin têk birin.

Ji aliyê din ve yekîneyên Hizbulaha Iraqê li navçeya Telaferê êrişekê çekdarên DIAŞê pûç kirin. Di vê êrişê de jî otomobîlekî bombekirî hat têkbirin û çend çekdar hatin kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu