NûçeRojhilatanavinSûriye

Gotûbêja kurdan tev dewleta Sûriyê heta gihêştina bi rêketinê didome

Berpirsekî PYD’ê ragihand: “Gotûbêja kurdên Sûriyê tev dewleta Şamê li bara parêzgehên Reqa, Hesekê û Dêrazorê herwisa didome”.

Li gor rapora ajansa nûçan a Fars News’ê, Şivan Xabûrî berpirsekî PYDê got: “Eva ku artêşa Sûriyê kete nav Minbicê ji ber gotûbêjên kurdên Sûriyê û dewleta Şamê bû û ji ber ku rudawên Cirablus, Mal û Efrînê dubare nebin û Tirkiye dîsa bajarên Sûriyê dagîr neke, PYD xwest ku artêşa Sûriyê berevaniya ji bajarê Minbicê bigre destê xwe”.

Di berdewamiya geşedanên nû yên li bakurê Sûriyê de, Hêzên Artêşa Sûriyê duh îniyê derbasî nav bajarê Minbicê bûn.

Artêşa Sûriyê jî di daxuyaniya xwe de, radigihîne: “Ji bo sepandina serweriya dewletê bi ser her bihosteke axa Sûriyê û di bersiva bangewazîya xelkê navçeya Minbicê de, Fermandariya Giştî ya Artêş û Hêzên Çekdar, çûna çend yekîneyên Artêşa Sûriyê bo nav Minbicê û bilindkirina ala welêt li vî bajarî radigihîne”.

Artêşa Sûriyê herwiha radigihîne: “Fermandariya Giştî ya Sûriyê tekezîyê li ser giringiya yekxistina hewlên hemû lawên niştiman ji bo parastina serweriya niştimanî dike û em pêkutîya xwe li ser nehêlana terorê û derxistina hemû dagîrkeran ji axa paqij a Sûriyê dubare dikin”.

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Artêşa Sûriyê tekez dike: “Artêşa Sûriyê ewlehiya temam ji hemû welatiyên Sûriyê û ewên din re ku li navçeya Minbicê ne, garantî dike”.

Li gorî raporên mêdyayên herêmê, hêzên artêşa Sûriyê li çend cihên sereke yên navenda bajarê Minbicê bi cih bûn û yekser ala Sûriyê li navenda bajêr bilind kirin.

Artêşa Sûriyê bi daxuyaniyekê çûna hêzên xwe û bicihbûna wan li herêma Minbicê piştrast kir.

Başa dön tuşu