AborîEfrîqaÎranNûçeRojhilatanavin

Gotûbêja serokê parlimana Maliyê digel Larîcanî li Têhranê

Serokê parlimana welatê efrîqî yê Maliyê digel serokê meclisa şêwraya îslamî ya Îranê hevdîtin pêk anî û li ser berfirekirina peywendiyên duyalî û parlimanî pêgirî kir.

Îsaka Sîdiye serokê parlimana Maliyê sibeha roja çarşemiyê hevrê digel taxima parlimanî û li ser vexwendina Elî Larîcanî serokê meclisa şêwraya îslamî ya Îranê sefera Îranê kir.

Serokên parlimanên Malî û Îranê piştî vê hevdîtinê beşdarî civîneke rojnamevaniyê bûn.

Îsaka Sîdiye biryar e ku li sefera xwe ya durojî bo Têhranê digel hinekên din ji berpirsên bilind ên Komara Îslamî ya Îranê hevdîtin û gotûbêj bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu