ÎranNûçeRojhilatanavin

Gotûbêja Zerîf û Kêrî li Osloyê ji bo rakirina berbendên ser riya rêketinnama navokî

Li gorî rapora IRNA`yê, muzakirên Muhemedcewad Zerîf û Can Kêrî wezîrên karên dreve yên Îran û Emerîkayê siba roja çarşemiyê li hotel Radîsûn Biloyê, paytexta Norwecê hat li dar xistin.

Zerîf duh jî li kêleka civîna Oslo Forum 2016an bi xanima Federîka Mogrînî berpirsa siayseta derve ya Yekitiya Ewrûpayê re gotûbêj kir.

Herwiha seyd Ebas Iraqçî û Mecîd Text Rewançî alîkarên wezîrên karên derve du caran sibê û piştî nîvro bi Helga Şmît alîkara berpirsia siayseta dreve ya Yekitiya Ewrûpayê muzakire kirin.

Mijara herî giring a gotûbêjên dîplomatên Îranê li van muzakiran cihanîna tam a berpirsiyariyên aliyê din li bara çareserkirina berbendên ser riya dan û standinên aborî û bankî yên Komara Îslamî ya Îranê bû.

Li halkeê ku bi cihanîna rêketinnama navokî boykotên navokî li dijî Komara îslamî ya Îranê hatine rakirin ji ber dewama boykota saziyên aborî û bankên rojava li danûstandina bi Îranê re hin şik û guman hene.

Li gorî gotina dîplomatên Îranê, cihanîna tam a berpirsiayriyên aliyên din li vê barê hevcedarê cidiyeta zêdetir û hewldanên berdewam e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu