AborîAsyaÎranNûçeRojhilatanavin

Gotûbêjên Çîn û Îranê li bara krîza Sûriyê

Alîkariyê wezîrê karên derve yê Îranê ji pêkhatina komîteya sêalî ya çavdêriya ser agirbesa Sûriyê û rêketina Îran, Rûsiyayê û Tirkiyê bona pêkhatina vê komîtê xeber da û ragihand ku eva ji desthatên civîna Astaneyê ya yekê û dudiyan e.

Husên Cabiriyê Ensarî alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê li gotûbêja xwe ya êvara duh sêşemê tev Şiye Şiyaoyan nûnerê taybet ê Çînê li karûbarên Sûriyê li Têhranê gotûbêjên Astanê bona çareserbûna krîza siyasî ya nav Sûriyê û agirbesa nav vî welatî û çûna ber bi gotûbêja netewî li nav vî welatî bi tesîr daye zanîn.

Husên Cabiriyê Ensarî bal kişande ser gotûbêjên siyasî di navbera aliyên sûrî de bona çareserkirina krîza vî welatî, hîviya xwe daye diyarkirin ku gotûbêjên siyasî rê ji bo kemilandina aşitiya netewî û çareserbûna kirîza vî welatî serrast dikin.

Şiye Şiyao yowan nûnerê taybete Çînê li karûbarên Sûriyê jî li vê hevdîtinê xebata dijî terorîzmê riya girîng a çareserbûna krîza Sûriyê daye zanîn û destnîşan kir; Eger terorîst bi tamî li nav Sûriyê jinav neçin, agirbes bibaşî li Sûriyê nayê îcrakirin.

Şiye Şiyao yowan bilî erênî nirixandina gotûbêjên Astanê xebata Îran, Rûsiyayê û Tirkiyê bona çareserkirina krîza Sûriyê baş daye zanîn û ragihand ku pêwîst e agirbesa nav Sûriyê bê domandin.

Şiye Şiyaoyan nûnerê taybete Çînê li karûbarên Sûriyê bona gotûbêja tev karbidestên îranî li bara alûgorên Sûriyê seredana Têhranê kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu