EfxanîstanÎranNûçeRojhilatanavin

NY bona mêvanperweriya Îranê ji sê mîlyon koçberan, qedrê Îranê girt

Stêfan Obrayn, alîkarê sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) li karûbarên mirovhezane, roja yekşemiyê li hevdîtina tev Ebduriza Rehmanî Fezlî, wezîrê karên hundur ê Îranê, li Têhranê, ji bilî ku bona qebûlkirina koçberên efxan, qedrê Komara Îslamiya Îranê girt, got: Mêvanperweriya dîrokî ya Îranê ji sê mîlyon koçber û penaberan, mêvandariya herî mezin e.

Obrayn, herwiha bona mirina 4 kesan li bûyera vê dawiyê ya lehî û bagera li bakûrê Îranê, sersaxî da û got: Komara îslamiya Îranê, li mijara sekinîna li hember bûyerên xwezayî û qeyranan, ceribînên zav hene û civaka cîhanî ser vê bawerê ye ku divê ceribîn û zirûfên Îranê yên di vî warî de, werin bi karanîn.

Wezîrê karên hundur ê Îranê, li ser vê yekê ku barê giran ê kontrolkirin û birêvebirina qeyranan li Îranê, li ser milê xelkê ye, sekinî û got: Erka sereke ya saziyên alîkarîgihandinê li Îranê, di asta yekem de, pêşbînî û pêşîlêgirtina ji bûyeran, lezgînî û raberkirina xizmetên alîkarîgihandinê di demê de ye.

Rehmanî Fezlî, bal kişand ser mijara tep û tozê wekî qeyrana mezin a li navçê û destnîşan kir: Çareserkirina vê qeyranê, hewcedara hevkariyên berfireh ên navçeyî û navneteweyî ye. Wezîrê karên hundur ê Îranê, li ser hebûna sê mîlyon koçberên Efxan li Îranê jî û herwiha got: Alîkariyên Komîsaryaya Bilind a Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) li karûbarên penaberan di vî warî de, tenê sedî dudiyê xercan jî dabîn nake, bi taybet ku 350 hezar xwendevan û 11 hezar xwendekarên efxanistanî li Îranê, desr dixwûnin.

Rehmanî Fezlî, bal kişand ser vê yekê ku dabînkirina hewcetiyên jiyanê û cotkarî, dikare ku alîkariyê bide baştirkirina rewşa civaka Efxanistanê û berhemanîn û qaçaxa madeyên narkotîk, kêm bike û hereiha got: Eger ku di vî warî de hevkariyên navneteweyî cih neyên, ev xetera ji bo navç û cîhanê heye ku terorîsm û qaçaxa madeyên narkotîk, ji ber qazanca wê ya 60 mîlyard dolarî li salê de bi hev re bibin yek. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu