ÎranNûçeRojhilatanavin

Destpêbûna 2 nîşangehên navnetewî li Têhranê

26`emîn nîşangeha ferşên bidestçêkirî îro bi pişkdarîya 730 şîrketên veberhênanê yên îranî û bi dehan bazirganên bîyanî yên bikirê sereke yên ferşên bidestçêkirî yên Îranê li Têhranê destpê bû.

Li nîşangeha navnetewî ya ferşên bidestçêkirî ya Têhranê, yê ferşek bi durişma “ aştîya cîhanî“ bê nimandin û pêşkêşî sazîyeke navnetewî bê kirin.

Ev nîşangeha yê heta 29`ê Tebaxê vekirî be.

Ji hêla din ve, yekemîn nîşangeha navnetewî ya şûşe pêşeyên wê bi pişkdarîya bi dehan kompanîyên îranî û bîyanî li cihê nîşangehên navnetewî li Têhranê hat vekirinê.

Ev nîşangeha bi pişkdarîya kompanîya Glestêk (Glasstec) a Almanê ku mezintirîn nîşangeha şûşeyan a cîhanê lidar dixe û bi hevkarîya civata veberhênerên şûşê ya Îranê destpê bûye.

Li yekemîn nîşangeha navnetewî ya şûşe û pêşeyên wê li Têhranê, hin şîrketên almanî, fransî, çînî û îtalîyayî pişkdar in.

Ev nîşangeha yê heta 26`ê Tebaxê vekirî be. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu