Guhestina terorîstan ji Sûriyê bo welatên din
Bi alîkariya artêşa Emerîkayê piraniya komên terorîstî ku li Sûriyê işkest xwarine, tên guhestin bo hin meqerên taybet li Erebistan û Îmaratê.
Li gorî rapora îro ya rojnama El-Minarê çapa Qudsê, komîteyeke îmaratî-erebistanî, yaçavdêrê van terorîstan, erkdariya dayîna miaşên zêde bo wan û pergalkirina van komana bi çek û sîlehan dike.
Ev komên terorîstî li çarçoveya planên wehabî-tekfîrî ku bi armanca lihevxistina aramî û ewlehiya welatên erebî û lawazkirina artêşa van welatana pêk hatiye, bi hevkariya kirêgirtiyên navxweyî, tên şandin bo welatên erebî.
Çavkaniyên taybet eşkere kirin ku komên terorîstî bi piştgiriya aborî ya Erebistan û Îmaratê li hin welatên erebî tên pergalkirin.
Pêştir jî Erebistan û Îmarat , komên terorîstî ji bo pêşdebirina armancên kirêt, sepandina siyasetên bi kîn û zexta ser welatên mîna Kuweyt, Urdin û welatên din bi kar anîne.
Nizama serdest li Îmarat û Erebistanê ku xwe li nava welatên navçê tenê dibîne gihêştine vê encamê ku nikarin plana emerîkî ya nasiyar bi danûstandina sedsalê li welatên erebî cih bînin, loma lê digerin rewşa van welatana li hev xînin.