CîhanEwropaNûçe

Gullereşandina mirinbar li parêzgeha Kalîforniyaya Amerîkayê

Polîs û Mêdyayên Amerîkayê qala gullereşandina mirinbar li bajarekî perravî li parêzgeha Kalîforniyayê kirin.

Li gorî rapora Associated Pressê, Mêdya û rayedarên amerîkî ragihandin ku ji ebr gullereşandina li hola Bolîngê ya bajarê perravî yê Toransê li parêzgeha Kalîforniyayê di roja Şemiyê da, çend kesan canê xwe ji dest dan.

Li gorî vê raporê, Rêvebiriya polîsê bajarê Toransê ji welatiyên vê navçeyê xwest ku ji cihê bûyerê dûr bibin.

Rayedarên amerîkî amaje bi hûrgilliyên zêdetir derbarê gullereşandina li vê bajarê perravî ku di 30 Kîlomitirya Los Ancilisê ye, nekirine.

Her salê bi hezaran kes ji ber gullereşandinê li navçeyên cûrbicûr ên Amerîkayê canê xwe ji dest didin.

Başa dön tuşu