IraqNûçeRojhilatanavin

Asayîşa Kerkûkê du çekdarên DAIŞê girtin

Hêzên asayîşa Kerkûkê du çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê li bajarokê Daqûqê girtin.

Li gor daxuyaniya asayîşa Kerkûkê her du terorîst navê wan M.S.H û Z. A.E ye.

Hat zanîn terorîstê yekem xelkê Riyazê yê ser bi bajarokê Hewîce ye û sê sale çekdarê beşa îstixbarata DAIŞê bûye û bavê wî jî di sala 2007ê berpirsê terorîstên rêxistina terorîst a El-Qaîdê bû li Hemrîn û Hewîce.

Li gor daxuyaniyê terorîstê duyem jî xelkê bajarokê Ebasiyê ye û sê sale li kargeha çêkirina bombeyên DAIŞê li Hewîce de kar kiriye. Herwaha hat zanîn du birayên wî yên din jî çekdarên DAIŞê bûn û hatine kuştin.

Asayîşa Kerkûkê amaje bi vê yekê jî kiriye ku ew du çekdarane di nav koçberan de xwe veşartibûn û li sînorê bajarokê Daqûqê bicîh bibûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu