AborîCîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Firotina rojê 700 hezar bermîla nifta Îranê bo Hindistanê

Wezareta Niftê ya Îranê raghand ku palînerên Hindistanê li meha Nîsana 2018`an , asta kirîna niftê ji Îranê gîhandine nêzîkî 700 hezar bermîlê li rojê.

 Li gorî rapora Wezareta niftê ya Îranê, palînerên hindî li sala  2017-2018` an bi awayekî navgîn rojê 450 hezar bermîl nift ji Îranê kirîne.

Meha Nîsanê, yekim meha  destpêka  sala aborî ya nû ya Hindê tê hesab.

Palînerên  Hindistanê her wiha li Tîrmeha par, 500 hezar bermîlên niftê ji Îranê kirîbûn ku rekordek li sala 2017`an bû.

Di hemne demê de, navgîna  derfirotina nifta Îarnê li sala  aborî ya nû 2018aan-2019an  bo Hindê zêde bûye.

Tevî zexta Emerîkayê ser Hindê ji bo kêmkirina kirîna niftê ji Îranê, ev welata piştî Çînê, duwem bikirrê nifta xav a Îranê ye.

Asta derfirotina niftê û berhemên  gazê yên Îranê heya niha  gihêştiye  2 milyon û 500 hezar bermîlê li rojê ku nêzîkî sedî 40 bo Ewrûpayê û ya mayî jî bo welatên  asiyayê tê firotin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu