ÎranIraqLubnanNûçeRojhilatanavinSûriye

Hadî Amîrî spasiya Hizbullaha Lûbnanê kir

Serokê Hevpeymaniya El Fetîh Hadî Amîrî aşkere kiriye ew rê nadin ti hêzeke biyanî li ser xaka Iraqê bimînin. Herwiha spasiya Hizbullaha Lûbnanê jî kir bo alîkariya wê li Iraqê.

Hadî Amîrî di merasîmekê axivî û aşkere kir Komara Îslamî ya Îranê çi ji destê wê hatiye bo parastina Iraqê û perestegên dînî yê Iraqê kiriye. Herwiha Amîrî gotiye Hibullaha Lûbnanê jî di şerê li dijî DAIŞê da di sala 2014-2017an da alîkariya hêzên emnî yên Iraqê kiriye.

Amîrî gotiye hemû kes di wê baweriyê da bûne ku wê Iraq dijî DAIŞê bi sernekeve û DAIŞ hemû Iraqê kontrol bike lêbelê wan kariye li dijî rêxistina terorî ya DAIŞê bi serkevin.

Di axaftina xwe de Hadî Amîrî behsa hebûna hêzên Amerîkayê li Iraqê kiriye û gotiye divê hemû hêzên biyanî yên li Iraqê ji Iraqê derkevin û ew rê nadin hêzên biyanî li Iraqê bimînin.

Başa dön tuşu