CîhanIraqNûçeRojhilatanavin

Hadî Amirî:Em ê Iraqê ji Amerîka re bikin Vietnameke din

Emîndarê Giştî yê Rêxistina Bedir û fermandeyekî Heşda Şeibî Hadî Amirî gefê li Amerîka dixwe û radigihîne: “Em ê Iraqê ji Amerîka re bikin Vietnameke din”

Hadî Amirî di hevdîtinekê ligel rojnameya “The Independent” a Brîtanî de ragihand, Bi sedema Serokê Amerîka Donald Trump, Amerîk lawaz bûye.

Hadî Amirî di dewamê de got: Pêwîst e Trump xema çareserkirina pirsgirêkên navxweyî yên Amerîka û Kongressê bixwe. Wî herwiha hişyariyê da Amerîkayê ku heger Iraqê ji bo yekalîkirina nakokiyên xwe li navçê bikar bînin, ew ê Iraqê bikin Vietnameke din û Amerîkayê dişikînin.

Ew fermandeyê Heşda Şeidî gef li hêzên Amerîka yên ku li Iraqê ne dixwe û dibêje: “Em rê nadin Amerîka xaka Iraqê bikar bîne û bike navçeyeke çavdêriya li ser welatên navçê û yekalîkirina pirsgirêkên xwe.”

Pêştir jî Hadî Amirî ragihandibû, “Pêwîstiya Iraqê bi hebûna hêzên Amerîkî nîne û divê ji Iraqê derkevin û tevahiya planên Amerîka li Iraqê hatin şikestin.”

Başa dön tuşu