FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

HAMAS: Komara Îslamî ya Îranê roleke rastrast di piştgiriya ji gel û berxwedana Filistînê da heye

Endamê pilebilind ê tevgera berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS), destnîşan kir ku Komara Îslamî ya Îranê roleke rastrast di piştgiriya ji gel û berxwedana Filistînê da heye.

 Muşîr El-Misrî, serokê komîta peywendiyên derve û berdevkê fraksiyona guherîn  û reformê li meclisa qanûndanîna Filistînê roja yekşemiyê li gotûbêja bi Tesnîm Newsê re got ku  berxwedana Filistînê muadileyeke nû ser dijminê siyonîstî sepand û li vê muadileyê teqez kir ku welatê Gazayê li siyonîstan heram e û Rejîma Siyonîstî ger xeyala  her cure derbasbûna aav zîvala Gaazyê an  rûbirûbûna bi berxwedana  Filistînê li vê navçeyê hebe, dê buhayeke  giran bide.

El-Misrî destnîşan kir ku berxwedanê karî ji riya  operasyona hevpar û rêveberiya   xwe ya hişmendane muadileyeke  nû li şerê li hember dijminê siyonîstî bisepîne û ev muadile, mûşekbaran li hember mûşekbaranê, xwîn li ber xîwnê û sekinîna ser vê yekê ye ku  berxwedan dikare muadileyên  zêdetir bisepîne.

Endamê pilebilind ê tevgera berxwedana Îslamî ya Filistînê, her wiha got: Danûstandina serdemê dê tu carî cih neyê û filistînî dê qet nehêlin ev ev plana cih were, ji ber ku bê şik danûstandina sedsalê , pirsgirêka  herî bi talûke û mezin bo mesela Filistînê ye û loma  tu pêşerojek bo plana lihevkirina ku dewleta Emerîkayê bi pêşde bibe, tine.

El-Misrî got: Peywendiya  navbera komên berxwedanê li navçê, peywendiya  qahêm û xurt e û Hemas ser wê disekine û aliyên erebî û Îslamî divê şirîkê komên berxwedanê li plana  azadkirina  erdên filsitînî û erebî ji lepên siyonîstên talan kir bin.

Başa dön tuşu