FilistînNûçeRojhilatanavin

Hamas: Kontrola meydana şerê li hemberî dagirkiran di destê Berxwedana Filistînê de ye

Berdevkê tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamasê) raghand ku hêzên berxwedana Filistînê bi qaweteke tam kontrola meydana şerê li dijî Rejîma Siyonîstî girtine destê xwe.

 Li gorî rapora roja çarşemê ya Al-Alamê, Ebdulletîf El-Qanû, berdevkê tevgera Hamasê diyar kir: Êrişên li dû hev ên Rejîma Siyonîstî ser zîvala Gazayê tu carî dê nebe sedem ku morela işkestxwarî ya artêşa vê rejîmê çêbibe.

 El-Qanû destnîşan kir: Van êrişan tu destkevtek bo rayedarên Rejîma Siyonîstî tinebin.

 Artêşa rejîma  Siyonîstî li rojên buhurî bi caran başûrê Gazayê dane ber êrişên hewayî.

 Zîvala Gazayê ji sala 2006`an ve  ji hêla bejahî, hewayî û deryayî ve ji aliyê Îsraîlê ve hatiye dorpêçkirin û xelkê vê zîvalê rastî gelek pirsgirêkan hatine.

Başa dön tuşu