FilistînNûçeRojhilatanavin

HAMAS:Danûstandian Sedsalê dê tu encamek xwe tinebe

Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Tevgera HAMAS`ê teqez kir ku plana emerîkî ya danûstandina sedsalê li saya rawestana gelê Filistînê dê neghêje tu encamê.

 Selah El-Berdvîl,  Endamê nivîsgeha  siyasî ya tevgera Hamasê got: Gelê Filistînê bi hemî amûran dê li hember plana emerîkî ya danûstandina sedsalê bisekine û dê nehêle ev plana bighêje encamê.

 Endamê Hamasê bal kişand ser sekinîan vê tevgerê ser prensîpên  neteweyî û berxwedan û yekitiya  neteweyî destnîşan kir: Filistînî lê dixebitin bona rawestana li ber danûstandian  sedsalê planekek neteweyî amade bikin. Xelîl El-Hiye endamê nivîsgeha  siyasî ya Hamasê jî bal kişand ser vê yekê ku  gelê Filistînê dijberê plana danûstandina sedsalê ne û got: Ev plana ger çi bi navê Filistînê ye lê gişt navçe kiriye hedef û gişk divê xetereka wisa fehm bikin.

Plana nû ya Amerîkayê bi navê “Danûstandina Sedsalê“ bi armanca wêdadayîna mijara Filsitînê, rewazanîna siyaseta cihêkariya nijadî ya siyonîstan û bajaroksaziya vê rêjîmê li gorî pîvan û standardên Amerîkayê ye.

Başa dön tuşu