NûçeFilistînRojhilatanavin

HAMAS’ê Rejîma Siyonîst derbarê gurrtirkirina kêşeyê li Mizgefta Eqsayê hişyar kir

Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) got: Gurrtirkirina kêşeyê li Mizgefta Eqsayê dê dûhatan ji bo dagirkeran pêk bîne.

Ebdulletîf El-Qanû’ Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê ragihand: Êrîşa Binyamîn Netanyahû serokwezîrê erkdarkirî yê Rejîma Siyonîst li ser Meydana El-Beraqê ji bo cihanîna rêûrisma Telmûdî û ragihandina Îtmar Bin Givêr (Itamar Ben-Gvir) nûnerê cinayetkar ê Kinêsêtê (parlimana Rejîma Siyonîst) derbarê biryara xwe ji bo êrîşa li ser Mizgefta Eqsayê, bêşermiya kabîneya faşîst û niyetên wan ên jipêşva-plankirî ji bo gurrtirkirina êrîşên li ser Mizgefta Eqsayê bi armanca dabeşkirina wê nîşan didin.

El-Qanû’ bi gotina vê yekê ku gurrtirkirina kêşeyê li Mizgefta Eqsayê dê weke bombeyeke di bereberê teqînê da be û dûhatên wê dê li ustiyê kabîneya Rejîma Siyonîst a dagirker bin.Wî her wiha tekez kir: Gelê Filistînê dê bi wêrekî û mêrxasî li dijî van ehmeqî û handanan raweste û rê nede ku nexşeyên dagirkeran serê xwe bigirin.

Pêştir komên filistînî anegorî desthilatdarbûna kabîneya herî tundrê ya Rejîma Siyonîst bi serokatiya Binyamîn Netanyahû, li ser girantirkirina berxwedanê û pêwîstiya amadekirina stratejiya giştalî ji bo sekinîna li hemberî rewşa nû tekez kiribûn.

Başa dön tuşu