IraqNûçeRojhilatanavin

Haşim El-Mûsewî: Hizûra Heşa Şebî li hin bajarên Iraqê tu têkiliya xwe bi Emerîkayê re tine

Berdevkê tevgera Berxwedana Îslamî ya Nucebayê ya Iraqê got: Mayîn a çûyîna Heşda Şebî ji bajarên Iraqê bona fermandetiya giştî ya hêzên çekdar ên Iraqê ye û Emerîka nikare li bara vê meselê biryarê bide.

 Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya Fars News`ê, Haşim El-Mûsewî, berdevkê tevgera Nucebaya Iraqê wek berteka li hember hewldana  Emerîkayê û  hin dewletên  erebî yên  kêleka  Kendava Farsê bona derxistina Heşda Şebî ji hin bajarên  Iraqê li gotûbêja bi Bexda El-Yewmê re  teqez kir: Hêzên Heşda Şebî nûnerê hakimiyeta welatê xwe ne û ev mijara  tu têkiliya xwe bi selîqa siyasî, eşîretî an  emerîkiyan tine.

  El-Mûsewî her wiha diyar kir: Ger çi Emerîkayê pir xebitiye bi alîkariya  bo hin eşîran û siaystvanan, helahelayeke medyayî saz bike û qeyranê çê bike lê ji vî karî tu sûdî wernagre.

 Li gorî vê raporê, Waşengtonê bi piştgiriya hin welatên  ereb ên  dorhêla Kendava Farsê êrişeke  bi armanc bona zext û zor û pîjkirina eşîrên  parêzgehên  rojavayî bo derxistina Heşad şebî rêveberiyê dike û yek ji nîşanên  vê êrişê sefera çend rojan berî kardarê balyozxana  Emerîkayê bo Felûcê bû.

 Di eynî demê de, vê dawiyê Mehdî Teqî endamê komîta ewlehî û berevaniyê li parlemana  Iraqê liv û tevegrên  bi şik û guman ên  Joy Hûd kardarê balyozxana  Emerîkayê li Bexdayê rexne kir û teqez kir: Wezareta karên derve ya Iraqê divê li vê barê helwêsta  bergîriyê hebe.

Başa dön tuşu