ÎranNûçeRojhilatanavin

Hebîbullah Seyarî: Komara Îslamî ya Îranê digêhe gelek cîhan

Alîkarê hevahengker ê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, Emîr Deryadar Hebîbullah Seyarî li gotûbêja bi IRNAyê ra derbarê berfirehkiirna dîplomasiya leşkerî li nav hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê got: Dîplomasiya leşkerî û berevaniyê yek ji rlêyên berfirehkirina pêwendiyên Komara Îslamî ya Îranê tev welatên dost û bira û hevtûş e.

Deryadar Seyarî her wiah got ku Îranê Di heyamam 11 salên bihurî da seredana gellek ji bendergehên welatên dorhêla Oqyanûsa Hindê, Pqyanûsa Aram, Afrîqaya Başûr, Medîterane (Deryaya Sipî) û Deryaya Xezerê kiirye û bi wan ra ketiye têkilliyê.

Alîkarê hevahengker ê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê derbarê destkeftên artêşa Komara Îslamî ya Îranê jî got: Dijmin hewil didin ku destkeftên 40 salî yên vê dawiyê yên Komara Îslamî ya Îranê neyên dîtin; Lê ev destkeft nikarin bên înkarkirin.

Başa dön tuşu