NûçeRojhilatanavin

Hec mafê misilmanan e

Nûnerê meclisa sênaya Pakistanê destnîşan kir ku Erebistaan Siûdiyê mijara hecê wek çekekî siyasî li hemberî Îranê bi kar aniye.

Endamê komîsiyonên parstin û siyaseta derve yên meclisa sênaya Pakistanê, Seyid Tahir Husêyn Meşhedî tevî diyarkirna mixabiniya xwe ji ber bêparbûna bi hezaran ziyaretkirên îranî ji sefera heca îsal, got: Merasima hecê tu peywendiya xwe bi peywendiyên siyasî di navbera Erebistanê û welatên din da tine û mafê gişt misilmanên cîhanê ye ku vê erka xwedayî-islamî cih bînin.

Wî her viha got ku Alê Siûd bi vî karî şaşitiyeke mezin kiriye û bi tu awayî nayê qebûlkirn ku misilman ji ber kêşeyên siyasî ji pêkanîna erka dînî ya hecê bêpar bimînin

Husêyn Meşhedî tevî amajeya ser karesata diltzîn a par li Minayê û ketina wînçê li Mescid El-Heramê ku di encamê da hejmareke zêde ya heciyan hatin kuştin, got: Bêguman ev bûyer hasila sistî û birêvebirina lawaz a Erebistanê ye û Alê Siûd divê dilniyayiyê bide ku bûyerin bi vî rengî ku hokara wan şaşitiya mirovî û rêvebiriyê ye, neqewimin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu