AborîCîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Heiko Maas: YE`yê hewcedarê domandina Rêketinama Atomî ya digel Komara Islamî ya Îranê ye

Wezîrê Karên Derve yê Almanê got: YE`yê hewcedarê domandina Rêketinama Atomî ya digel Komara Islamî ya Îranê ye.

Wezîrê Karên Derve yê Almanê Heiko Maas di hevpeyvîna digel ROjnama Bild`ê got ku Ewrûpa û Berlîn xwazyarê parastina Rêketinama Atomî ya digel Îranê ne.

Gotinên Wezîrê Karên Derve yê Almanê têkildarê Rêketinama Atomî di halekî da ne ku Tiroîkaya Ewrûpayê heta niha tu pêngaveke piratîkî di çarçova parastina wê rêketinama navnetewî de hilnedaye.

Almanya, Brîtanya û Fransayê piştî vekişîna Amerîkayê ji Rêketinama Atomî di 8`ê Gulana sala 2018`an de, soz dan ku bi garantîkirina berjewendîyên aborî yên Îranê, wê rêketinameyê biparêzin. Lê wan tenê bi daxûyanîyan piştgirî dan Rêketinama Atomî.

Başa dön tuşu