Hejmara dahênanên Îranê li du salên buhurî pir zêde bûye
Alîkarê zanistî û teknolojiyê yê serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Hejmara dahênanên Îranêyên tomarkirî li derve li du salên buhurî pir zêde bûye.
Li gorî rapora IRIB News`ê, Sorêna Setarî alîkarê zanistî û teknolojiyê yê Serokê Komara Îslamî ya Îranê çarşemiyê şevê li gotûbêja bi kanala Xeberê re got: Hêsankariyên taybet jibo kesên ku bixwezin dahênanên xwe li civaka navneteweyî qeyd bikin hatine berçavgirtin û hemî xercên tomarkirina dahênanên li derveyî ji aliyê beşa alîkariya zansitî ya serokkomariyê tê dayîn.
Setarî li bara geşatiya aboriya li gor zanistê li Îranê jî got: Gelek kar li vî warî cih hatine bi curekê ku Îran niha li warê biyoteknolojiyê xwediyê şîrketên herî mezin ên navçê ye.
Wî got: Niha Îran dermanan difroşe Rûsiyê û her şûşa dermanan biyoteknolojiyê (Viyal) ku difiroşe bi qasî 200 bermîlên niftê tê hesabê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)