ÎranNûçeRojhilatanavin

Peyama sersaxiyê ya rêberê înqilabê bi dû bûyera teqîna li meidena li parêzgeha Gulistanê

Rêberê qedirgiran ê Înqilaba Îslamî, li peyamekê ji ber candayîna hejmarek ji karkerên madenê li bûyera teqîna li madenekê li parêzgeha Gulistanê sersaxî da û destnîşan kir: Pêwîst e hemî karên pêkan jibo rizgarkirina kesên li bin kelefeyan mane, cih werin.

Hezretê ayetullah Xamineyî, rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî, roja pêncşemiyê di vê peyamê de destnîşan kir: Bûyera diltezîn û bikaresat a teqîna madena parêzgeha Gulistanê ku di encama wê de hejmarek ji karkerên madenê canê xwe ji dest dan û hejmarek ji wan jî di bin kelefeyan de man, ez tazîdar kirime.

Rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî, herwiha li ser cihanîna hemî kiryarên pêkan jibo rizgarikirina kesên ku li bin kelefeyên madenê mane sekinî û jibo malbatên wan sebr û hedar û aramî û jibo tûşbûiyan jî ferec û alîkariya Xwedê xwest.

Di encama bûyera teqîna li madena rejûyê ya Zimistan Yûrt a Azadşehrê li parêzgeha Gulistanê de ku roja çarşemiyê qewimî, heya niha 22 karkerên madenê hatine kuştinê û zêde ji 70 kesî jî birîndar bûne.

Tê gotin, nêzî 35 karker jî di vê bûyerê de di bin kelefeyan de mane. Operasyona hawargiheştin û rizgarkirina karkerên madenê didome.

Madena rejûyê ya Azadşehrê ketiye 90 kîlometriya rojhilata Gorgana navenda parêzgeha Gulistanê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu