CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Erkdarên berê yên CIA`yê li bara hewldana Waşengtonê û Telavîvê bo nearamkirina Îranê li xwe mukir hat

Fîlîp Cîraldî, Rayedarê berê yê CIA`yê ku bi salan wek efserê îstixbarata eskerî  xebat kiriye, li gotûbêja  bi Fars Newsê re got: Waşengton û Telavîv li operasyoneke hevpar û bi taktîkên  serdema şerê sar li dû pêkanîna  nearamiyê li Îranê ne.

Cîraldî daxwaza Trump ji bo guherînên  li rêketina navokî û her wiha gefa li dijî Îranê reftareke pir nemaqûl  nirxand.

Rayedarê berê yê CIA` yê hewldana dewleta Trump ji bo jinavbirina  nizama Îranê, hewldaneke pûç û işkestxwarî da zanîn û got: îdiaya  rayedarên  dewleta Emerîkayê derheq piştgiriya ji gelê Îranê, taktîkek ji bo bidestxistina  armancên  wan li vî welatî ye.  Can Bernan serokê berê yê CIA`yê jî gefên vê dawiy yên  Trump li dijî Îranê rexne kirin û got ku divê li hember Îranê  maqûl û bi hişmendî reftarê bikin ji ber ku Îranê stratejiyeke  din heye.

Başa dön tuşu