FilistînNûçeRojhilatanavin

Hejmara girtî û şehîdên filistînî ji aliyên siyonîstan va di sala 2017an

Çavkabniyên mêdyayî ragihandin ku di sala 2017an da çekdar û bajaroknişînên siyonîst 98 filsitînî şehîd kirin û zêde ji şeş hezar kes girtin.

Li gorî rapora navenda ragihandinê ya Filsitînê, li pey şer û pevçûna filistîniyan digel dagirkerên siyonîst di sala 2017an da ji gişt 98 şehîdan 37 kes li Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê û neh kes li Qudsê, 46 kes li Zîvala Xezeyê û şeş kes li erdên dagirkirî yên sala 1948an şehîd bûne û bi dehan hezar kes jî birîndar bûne.

Her wiha şêx Ezam El Xetîb, serokê rêvebiriya Ewqafa Îslamî ya Qudsê roja Yekşemiyê ragihand: “Sala 2017an derdroa 26 hezar çekdar û bajaroknişînên cihû destdirêjiya ser Mizgefta Eqsayê kirin“.

Li gorî vê raporê, dstdirêjiya siyonîstan ser Mizgefta Eqsayê bi armanca guhertina pênaseya Erebî-îslamî ya wê pêk tê.

Mizgefta Eqsayê wek sembola sereke ya pênaseya îslamî-filsitînî li bajarê Bêytulmuqedesê hertim ketiye ber wêrankeriya Rêjîma Siyonîst û siyonîstan ji bo bidestxistina rmancên xwe yên berfirexwaziyê hertim bêhurmetî li pîrozweriyên îslamî dikin û êrîş dibin ser Mizgefta Eqsayê.

Başa dön tuşu