IraqNûçeRojhilatanavin

Pêşdeçûna hêzên iraqî li derdora El-Şerqatê

Piştî dayîna fermana destpêkirina operasyona eskerî ji aliyê Heyder Ebadî jibo azadkirina bajarê El-Şerqatê hêzên dewletî hin navçên derdora vî bajarî azad kirin.

 Rayedarekî ewlehiyê li parêzgeha  Selahedînê îro li gotûbêja  tev Someriye News`ê ragihand ku  li çarçêva  operasyona  azadkirina El-Şerqatê çar gund li vê navçê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Iraqê hatin azadkirin.

Li gorî gotina vî rayedrî hin yekîneyên  hêzên ewlehiyê karîn ku li operasyona xwe u ji sê mêhweran li Şerqatê cih hatiye çar gund bi piştgiriya  hewayî ya balefirên cengê û balefirên  artêşa Iraqê azad bikin.

Vî rayedrê ewlehiyê got ku li gorî plan û bernamên cihhatî hêza hewayî ya  Iraqê karî ku meqerên curbicur ên DAIŞê li vê navçê bike hedef.

Di eynî demê de Ehmed El-Nemrawî, serokê bajarokê Berwanê ser bi bjarê Hedîsê li bara azadkirina du gundên  El-Xalidiyê û El-Emîriyê li Hedîsê ji aliyê hêzên ewlehiyê û eşîrên wê agahî da û got  ku hêzên ewlehiyê û eşîran karîn ku van du gundan ku ketine rojhilata Hedîsê ji destê çeteyên DAIŞ`ê azad bikin.

Li gorî gotina  Mebrûk Hemîd fermandarê bajarê Hedîsê yê DAIŞ`ê bi danîna bombeyan li navçên curbicur  li Hedîsê hewl da ku rê li ber pêşdeçûna  hêzên ewlehiyê û eşîran bigre.

Heyder Ebadî îro sêşemiyê ji New York`ê fermana destpêkirina  operasyona  eskerî  jibo azadkirina  Şerqat û hin navçên  Enbarê ji destê têrorîstên DAIŞ`ê da. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu