NûçeRojhilatanavinYemen

Hejmara goriyên kolêrayê li Yemenê ji 1100 kesî derbas bû

Saziya Cîhanî ya Tenduristiyê êvara sêşemiyê ragihand ku ji dema berbelavbûna nexweşiya Kolêrayê li Yemenê di dawiya Nîsana buhurî heta niha hezar û 170 kes li vî welatî jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî rapora IRNA`yê, Tariq Cizzravîç berdevkê Saziya Cîhanî ya Tenduristiyê bi bîr xist: Şerê bi talûke yê Yemenê bûye sedem ku sekinîna li hemberî berbelavbûna nexweşiya Kolêreyê li vî welatî dijwartir bibe.

Cizravîç bal kişande ser vê yekê ku hejmara tûşbûyiyên bi nexweşiya Kolêrayê li Yemenê hema wisa ber bi zêdebûnê ye û got: heta dawiya îsal derdora 250 hezar kes li vî welatî wê tûşî vê nexweşiyê bên.

Bi dewama êrîşên Erebistanê li ser Yemenê û kavilkirina binavahiyên vî welatî bi taybet şebekeya avgiahndinê, nexweşiya Kolêreyê bilez li halê berbelavbûna li nav xelkê Yemenê ye.

Erebistana Siûdiyê bi piştgiriya Amerîkayê ji 26`ê Adara 2015`an va dest bi êrîşa leşkerî li ser Yemenê û dorpêçkirina bejahî, deryayî û hewayî ya vî welatî kir; Bui mehneya ku Ebde Rebbe Mensûr Hadî serokoamrê reviyayî yê vî welatî vegerîne ser desthilatê.

Ji ber vê destdirêjiya leşkerî heta niha zêde ji 12 hezar kes ji yemeniyan hatine kuştin, bi dehan hezar birîndar bûne û bi miliyonan kesî aware bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu