NûçeRojhilatanavinYemen

Hejmara goriyên nexweşiya Milexirê li Yemenê gihîşte 48 kesî

aziya Cîhanî yac Tendurustiyê êvara Sêşemiyê ragihand ku hejmara goriyên nexweşiya Milexirê anku Dîftiriyê (Diphtheria) li Yemenê gihîştiye 48 kesî.

Li gorî rapora Saziya Cîhanî ya Tendurustiyê, herîkêm 500 yemenî heta niha li navçeyên cûrbicûr ên vî welatî tûşî nexweşiya Milexirê bûne.

Milexire anku Dîftirî (Diphtheria) nexweşiya Kêmgir, gellek pêgir û kujer e ku pergala bêhnkişandina mirov tûşî kêşeyê dike. Ji dûhatên vê nexweşiyên êşa gewriyê, germbûna leşî, kuxiyan û nizimbûn û kêşeya li dengê meriv e û heke xedartir be, dibe sebeba nerihetiyên dil, gurçî û felecbûna dest û piyan.

Li gorî rapora Mehr News`ê, saziya Cîhanî ya tendursutiyê her wiha tevî pêgiriya li ser vê yekê ku Yemenê tûşî xerabtirîn rewşa mirovî li cîhanê bûye, got: “8 Miliyon yemenî li ber xetera xelayê ne“.

Bi dewama êrîşên Erebistanê li ser Yemenê û xerakirina binavahiyên vî welatî bi taybet şebekeya avgihandinê, nexweşiya Kolêre anku Webayê jî bilez li vî welatî berfire dibe.

Heta niha zêde ji 2200 kes ji yemeniyan ji ber tûşbûna bi nexweşiya Kolêreyê canê xwe ji dest dane.

Erebistanê bi piştevaniya Amerîka, Imarat û çend welatên din ji 26`ê Adara 2015an va bi mehneya vegerandina Ebde Rebbe Mensûr Hadî, serokomarê destjikarkişandî yê Yemenê bo ser desthilatê, êrîşî ser vî welatî kiirye û hevdem ev welata ji hêla erd, esman û deryayê va dorpêç kiriye.

Rêjîma Siûdî û Amerîkayê heta niha ji ber Berxwedana gelê Yemenê nekarîne armancên xwe li vî welatî (Desthilatdarkirina kesên ser wan) bi dest bixin.

Başa dön tuşu