EwropaÎranNûçeRojhilatanavinYemen

Sêyemîn dewra gotûbêjên Îranê digel welatên ewropî derbarê Yemenê de hat lidarxistin

Sêyemîn dewra gotûbêjên Îranê digel nunerê YE`yê û nunerên Alman, Îtalya, Ingilîs û Fransayê derbarê Yemenê de li Brûksêlê hat lidarxistin.

Hisên Cabêrî-Ensarî alîkarê taybet ê sîyasî yê wezîrê karên derve yê Îranê şeva buhurî di çarçova sêyemîn dewra gotûbêjên Îranê digel nunerê YE`yê û rêvebirên giştî yên sîyasî yên wezareta karên derve ya Alman, Fransa, Ingilîs û Îtalyayê de bi wan re derbarê rewşa Yemenê û rêyên alîkarîya bo kutakirina şerê ser gelê vî welatî sepandî de û kontrolkirina karesata mirovî li vî welatî gotûbêj kir.

Cabêrî-Ensarî piştî kutabûna vê dewra gotûbêjan, li gorî daxwaza alîyê ewropî dest bi ravekirina destkevtên civîna vê dawîyê ya serokên Îran, Rûsîye û Tirkîyê li Têhranê ya derbarê demajoya aştîyê li Sûrîyê de kir.

Alîkarê taybet ê sîyasî yê wezîrê karên derve yê Îranê berî vê civînê jî di hevdîtina digel Helga Schmid alîkara berpirsa sîyaseta derve ya YE`yê de rewşa herî dawîyê ya alûgurên herêmê nemaze rewşa Yemen û Sûrîyê û hewildanên ji bo kutakirina zûtirkê ya qeyrana li van welatana şirove kir.

Cabêrî-Ensarî di roja 10`ê Îlonê de bi merema pişkdarîya li duyemîn dewra gotûbêjên digel nunerên Rûsîye, Tirkîye û nunerê taybet ê NY li karên Sûrîyê, ya têkildarî komîteya qanûna bingehîn a Sûrîyê çû Jênêvê.

Başa dön tuşu