CîhanEwropaMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Hejmara kesên penaber li çar aliyê dinyayê zêde bû

Komîsertiya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (KBPNY) daxuyand par li dinyayê hejmara kesên bi zorê ji cih û warên xwe bûn pir zêde bû û gihîşte 70 milyon û 800 hezar kesî, barê wan ê giran jî ne welatên Rojava, welatên pêşdikevin dikşînin.

KBPNYyê di Roja Penaberên Dinyayê da raporeke bi navê Rapora Mêla Kurewî weşand û bal kişand ser hejmara kesên ji ber şer, pevçûn û zilmê terka cih û warên xwe kirine û got par rêjeya wan derket asta herî bilind.

Li gor raporê di sala 2018an da hejmara kesên bi zorê ji cih û warên xwe terk kirine li gor salek berê 2 milyon û 300 hezar kes zêde bû, li hemû dinyayê jî hejmara wan bû 70 milyon û 800 hezar kesî ku ev rekor e.

Nîvê vê hejmarê ji zarokan pêk tê. Ji van zarokan 111 hezar kes bê dê û bav hewl didin bijîn.

Başa dön tuşu