AborîCîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Hejmara kirîna niftê ji Îranê ji aliyê Koreya Başûr va du qat zêde bûye

Amara herî teze ya li Koreya Başûr nîşan dide ku kirîna nifta Îarnê ji aliyê vî welatî va li sêmehiya sisiyan a îsal li bercî par zêde ji du beramberî zêde bûye.

Wezareta ticaret, pêşe û enerjiyê yê Koreya Başûr roja sêşemiyê li malpera xwe ragihand ku asta kirîna niftê li sê mehên sisiyan ji Îranê bi qasî 29 milyon û 800 hezar bermîlê bûye.

Eva li rewşekê ye ku Koreya Başûr sala 2015`an  û li 3 meha Tîrmeh, Tebax û Îlonê 12 milyon bermîl niftê ji Îranê kirîbû û reqema  nû nîşan dide ku ew reqema ji sedî 147.7`ê zêde bûye.

Îran heya beriya sala 2012`an li gorî rapora  ajansa Yûnhapê ya Koreya Başûr hertim  bifiroşê herî mezin ê niftê bo vî welatî bûye û vî welatî hemî hewcetiya xwe ya niftê ji Îranê dabîn kiriye.

Koreya Başûr li sala 2011`an bi qasî 9 milyar û 360 milyon dular nift ji Îranê kirî ku ji ber boykotan ev reqema  li sala 2015`an  gihêşte 2 milyar û 270 milyon dularî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu