EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Hejmara kuştiyên êrîşa li Kabulê zêde bû

Hat ragihandin ku hejmara kesên ku di êrîşa bibombe ya hefteya borî li Kabula paytextê Efxanistanê hatibû kirin da hatin kuştin gihîşte 150yî.

Serokê Dewletê Eşref Ganî di Konferansa Pêvajoya Kabulê ya ku li paytext hat lidarxistin da axivî û diyar kir ku hejmara kesên ku di êrîşa bibombe ya li herêma Wezîr Ekber Xanê da hatin kuştin gihîşte 150yî.

Ganî got êrîşa herî mezin a bixwîn ya ku di 10 salên dawîn da hat kirin ev e, hejmara birîndaran ji 300î zêdetir e.

Hatibû diyarkirin ku di êrîşa li herêma Wezîr Ekber Xanê ya ku nûnertiyên dîplomatîk lê ne da wesayîta bombebarkirî hat teqandin û herî kêm 90 kes hatin kuştin.

Hetanî vê gavê tu kesî berpirsiyariya êrîşê hilneda ser xwe lêbelê Teşkîlata Îstixbarata Efxanistanê, Heqaniya rêxistina terorê wek berpirsiyarê êrîşê nîşan dabû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu