NûçePakîstanRojhilatanavin

Hejmara kuştiyên êrişa xwekujî ya li ser dêrê zêde bû

Hejmara kuştiyên êrişa xwekujî ya li dijî dêreka Pakistanê gihîşt 9an.

Duh dêreka mesîhiyan li bajarê Kuwête yê Pakistanê rastî êrişa xwekujî hatibû.

Li gorî amarên destpêkê, duh 5 kes di wê bûyerê de hatibûn kuştin û gelek kes jî birîndar bibûn.

Lê hat gotin ku çend birîndarên ku rewşa wan giran bûye, can dane û hejmara kuştiyan gihîştiye 9an.

Di wê êrişê de herî kêm 50 kes jî birîndar bibûn.

Destpêkê du kesên xwekuj xwestibûn xwe li nav dêrê de biteqînin lê yek ji wan ji aliyê polîs ve hatibû kuştin.

Ji aliyekî din, DAIŞê ragihand ku ew êriş ji aliyê çekdarên wê ve hatiye kirin.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu