EfrîqaNûçeRojhilatanavin

Hejmara miriyên êrîşa li Somaliyê derket 28an

Li Mogadişu ya paytexta Somaliyê di encama êrîşa li dijî otêlekê de hejmara miriyan derket 28an, ya birîndaran jî bû 43.

Rayedarên nexweşxaneyê anîn ziman ku ew bi endîşe ne ku di êrîşa ji aliyê rêxistina El Şebabê ve hat kirin de hejmara miriyan zêde bibe.

Milîtanên rêxistina El Şebabê ya alîgirê El Qaîdeyê li nêzîkî avahiya parlamentoyê li pêş Otêla Dayahê wesayita bombebarkirî teqand şûnde xwestin têkevin otêlê. Herî kêm 4 milîtan berê ku têkevin otêlê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin kuştin. Tê zanîn ku di otêlê de rayedarên hikumetê dimînin.

Rêxistinê piştî ku ambulans û rojnameger hatin cihê bûyerê, wesayiteke din teqandin. Sendîqeya Neteweyî ya Rojnamegerên Somaliyê (NUSOJ) diyar kir ku 7 rojnamegerên ji bo saziyên çapemenî yên navneteweyî re dixebitîn, bi sivikî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu