ÎranNûçeRojhilatanavin

Iraqçî: Civata cîhanî ji rêketina navokî piştgiriyê dike

Ebas Iraqçî alîkarê hiqûqî û navnetewî yê wezîrê karên derve yê Komara îslamî ya Îranê bal kişande ser encama civîna 14-an a jiçekkirina navokî li Miskovayê û gotûbêja tev karbidestên rûsî û ev gotûbêjana erênî daye zanîn û got: Li van gotûbêjan hatiye ragihandin ku êdî li ser rêketinnama navokî tu gotûbêjek nayê kirin û tu xalek din li ser vê Lihevkirinê nayê zêdekirin û kesên pişkdar li vê civînê piştevaniya xwe ji vê rêketinê diyar kirin.

Iraqçî bal kişande ser viya ku rêketina navokî , rêketineke navnetewî ye û pêwîst e hemû aliyên gotûbêjê ku ev rêketina îmza kirine pêbendî naveroka vê rêketinê bin û destnîşan kir: Rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 peywendiya wê bi tu babeteke din re nîne.

Alîkarê hiqûqî û navnetewî yê wezîrê karên derve yê Komara îslamî ya Îranê got: Siyasetên dijî Îranê yên Amerîka û bitaybet gotinên dijî Îranê ji aliyê Trum bûye sebeb ku Amerîka li cîhanê bitenê bimîne û para pirtire welatên cîhanê û nûnerên rêxistinên navnetewî ji vê rêketina navokî piştevanî kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu