IraqNûçeRojhilatanavin

Muqteda Sedr li bara azadkirina Mûsilê hişiyarî da Amerîkayê

Muqteda Sedr, rêberê tevgera Sedra Iraqê li bara beşdariya hêzên amerîkî li opêrasiyona azadkirina Mûsilê hişiyarî da.

Muqteda Sedr rêberê tevgera Sedra Iraqê ragihand: Hêzên amerîkî eger bixwazin beşdarî opêrasiyona rizgarkirna Mûsilê bibin, wê bikevin ber êrîşê.

Muqteda Sedr li bersiva pirsekê li bara sefera vê dawiyê ya wezîrê parastinê yê Ameîkayê, Eşton Kartir, bo Bexdayê û axaftina wî li bara biryara wî welatî ji bo şandina 560 çekdarên din bo Iraqê sa beşdariya li opêrasiyona azadkirina Mûsilê ji bin desthilatdariya DAIŞ`ê gef xwar ku wê ewna bikevin ber hedefê.

Eşton Kartir, wezîrê parastinê yê Amerîkayê li sefera xwe ya vê dawiyê bo Bexdayê ragihandibû ku Amerîka dixwaze 560 çekdarên din ji bo beşdariya li opêrasiyona azadkirina Mûsilê bişîne Iraqê.

Piraniya alî û derdorên siyasî yên iraqî dijayetiya xwe li hemberî siyaseta Amerîkayê ji bo şandina zêdetir a hêzên çekdar bo Iraqê ji bo beşdariya li opêrasiyona azadkirina bajarê Mûsila navenda parêzgeha Nêynewayê ji bin desthilatdariya DAIŞ`ê diyar kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu