NûçeRojhilatanavin

Hejmara miriyên penaber ên gemiya li Misrê gîhişt 110 kesî

Roja çarşema borî li peravên Deryaya Misrê gemiyeke penaberan ku derdora 450 kesî têdebûn binav bibû. Li gorî zanyariyên dawî hejmara penaberên mirî gîhişte 110 kesî.

Berpirsên hikumeta Misrê di daxuyaniya xwe ya gemiya binavbûyî de ragihandin ku heta niha 164 penaber hatine rizgarkirin û meytên 110 kesan ji avê anîne der.

Li gorî zanyariyên penaberên ku bi saxî ji vê bûyerê filitîne, di gemiyê de derdora 450 penaberî hebû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu