CîhanNûçe

Fîlan êrişî gund kir û 5 kes kuştin

Li welatê Miyanmarê, keriyeke fîl êrişî gundekî kirin û 5 kes kuştin.

Duh li bakûrê rojhilatê Miyanmarê, li eyaleta Şan keriyek fîl êrişî gundekî bi navê Sint Kin kirin.

Li gorî agahiyan, di wê bûyera sosret de 5 gundî hatin kuştin, gelek xanî û avahî jî wêran bûn.

Hikûmeta Miyanmarê daye zanîn ku fîlan ji birçîna êrişî gund kirine, ji ber ku him cihê wan teng bûye him jî xwarina wan kêm bûye.

Li gorî amarên fermî, ji sala 2010 heta 2016, herî kêm 15 kes ji aliyê fîlan ve hatine kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu